Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serkirdeyên Şîe û Sunne re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di berdewamiya serdana xwe ya bo Bexdayê de li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî û hejmarek serkirdeyên Şîe û Sunne yên Iraqê civiya.

28.11.2022, Pts - 05:38

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serkirdeyên Şîe û Sunne re civiya
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 22ê Mijdarê ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çûbû Bexdayê û ligel serkirdeyên aliyên siyasî bi taybet Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiyah Sûdanî re civiyabû.

Lê ji ber teqîna tanka gazê ya li bajarê Duhokê, Nêçîrvan Barzanî serdana xwe ya bo Bexdayê di nivî de hiştibû û ji bo şopandina bûyera Duhokê vegeriyabû Herêma Kurdistanê. Nêçîrvan Barzanî ji bo berdewamkirina serdana xwe îro careke din çû Bexdayê.

Civîna Barzanî û Samerayî

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezm Musenna Samerayî pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di civînê de herwiha tekez li ser giringiya hevkarîkirina aliyên Iraqî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û piştevanîkirina ji bernameya hikûmeta nû hat kirin.

Civîna Nêçîrvan Barzanî – Qasim Erecî

Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtina xwe ya li gel Hevpeymaniya Ezmê li gel Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî jî hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya hevkariya di navbera aliyan û çareserkirina pirsgirêkên ligel cîranan û pêwîstiya diyalog û prosedurên dîplomatîk hat kirin.

Qasim Erecî piştî hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re ji Rûdawê re ragihand ku Hewlêr û Bexda gihîştine qonaxeke pir baş a lihevkirinê û got, “em bi temamî binpêkirina sînor û serweriya Iraqê qebûl nakin.”

Civîna bi Emmar El Hekîm re

Di civînê da, her du aliyan tekez li ser pêwîstiya yekrêzî, hevkarî û hevtêgihîştina di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê da ji bo rûbirûbûna gef û pirsgirêkên vê qonaxa welat têdaye û piştgirîkirina Hikûmeta nû ya Federal a Iraqê ji bona ku serkeftî be di cîbicîkirina bernameya xwe da kir.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku qonaxa niha û rewşa welat wisa dixwaze ku desthilat û aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsiyariya hevbeş bigrin ser milên xwe û bi hevre hevkariyê bikin ji bona çareserkirina arîşeyên welat û di nav wan de çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da.

Civîna bi Adil Ebdulmehdî re

Di Civînê de li ser pêşhat û rewşa welat bi giştî danûstandinan kirin û bîr û ra li hev guhertin û li ser pêwîstiya piştevanîkirina Hikûmeta Iraqê û serkeftina bernameya wê bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên welat dabîn bike û bersiva daxwazên welatiyan bide gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Dr. Adil Ebdulmehdî di civînê da tekez li ser hemahengî û hevkariya hemû hêz û aliyên Iraqî ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat û parastina aramî û serweriya Iraqê kirin.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiyah Sûdanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî di civînekê pêşhatên herî dawî yên li Iraqê di warê emnî, siyasî û xizmetguzarî de gotûbêj kirin û tekezî li ser çareserkirina dosyeyên emnî û dabînkirina aramiyê li ser sînorê bi welatên cîran re kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê herwiha çendîn mijarên din ên girîn gotûbêj kirine, wek çarçoveya kar û xebatên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku beşeke ji armancên bernameya hikûmeta nû ya Iraqê û xebatên ji bona bilindkirina astên xizmetguzariyan li seranserî welat e.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Her du aliyan tekez li ser girîngiya çareserkirina dosyeyên ewlehiyê û xebatên ji bona aştî û aramiyê li navçeyên sînorî yên ligel welatên cîran kirine ku di civîna dawî ya Encûmena Wezîran a Asayişa Niştimanî de biryar li ser hatibû dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:17:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x