Nivîskarekî Iraqî: Êrişên Bexdayê serxwebûna Kurdistanê nêzîktir kir!

Nivîskarekî navdar yê Iraqî di nivîsa xwe ya ku Şerqul Ewset de nivîsiye dibêje, piştî êriş û bertekên tûj yên Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê nêzîktir bûye.

13.11.2017, Pts - 10:05

Nivîskarekî Iraqî: Êrişên Bexdayê serxwebûna Kurdistanê nêzîktir kir!
Nuçe Belav bike

Nivîskarê navdarê Iraqî Ednan Husên şiroveyek li ser rewşa Herêma Kurdistanê û bertek û êrişên Iraqê li dijî Kurdistanê şiroveyek kiriye. Husên di wê şiroveyê de ku ji aliyê rojnameya Şerqul Ewset ve hatiye belavkirin, gotiye, bertek û êrişên Bexdayê li dijî Kurdistanê bi hêceta encamdana referandomê, bi ziyana Bexdayê ne ji ber ku gelê Kurdistanê zêdetir ji Iraqê dûr xist.

Ednan Husên her wiha gotiye, dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê milîsên şîe ve, danîna qedexe û dorpêçê li ser firokexane û aboriya Kurdistanê, cezakirina gelê Kurdistanê ye û ew jî dibe sebeba derketina bizaveka tund ya netewî li nav kurdan de. Ti serkirdeyekî kurd jî nikare pêşiya vê yekê bigire.

Wî nivîskarê Iraqî aniye ziman ku erebên sunnî û şîe yên Iraqê li dijî Kurdistanê bûne yek û û hemû Iraqiyan li dijî kurd û Kurdistanê gij dikin ew jî dibe sebeba wê ku kurd zêdetir ji Bexdayê dûr bikevin.

Ednan Husên rexne li serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî girtiye û gotiye, Ebadî û rayedarên din yên Iraqê ne mirovên jîr û jêhatî ne. Hinek partî û aliyên Iraqî xwastin hinek kurd bixapînin û razî bikin da ku vegerin Bexdayê lê di vê yekê de serkeftî nebûn. Ji ber ku “me gelê Kurdistanê ceza kir û me ew ji Bexdayê dûr xistin û nêzîkî serxwebûnê kirin”.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:31:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x