Operasyonên Hevpişik red dike Pêşmerge vegerin sinûrê Kerkûkê

Herweha hatîye, armanca civînê, hevahengî û karê bi hev re bûye; daku ew arîşe bihên çareserkirin ku dibin rêgir li pêşîya berengarbûna terorê û akincîya deverê jî bihête paraztin.

07.07.2020, Sal - 06:36

Operasyonên Hevpişik red dike Pêşmerge vegerin sinûrê Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Di wê beyannameyê de ku wêneyeka wê bi dest Kurdistan 24ê ketîye, hatîye, Fermandarê Operasyonên Hevpişkên Îraqê bi amadebûna nwênerên wezareta berevanîyê, navxwe û dezgehên ewlekarîyê li gel fermandeya hêzên Pêşmerge civîyane bo gêngeşekirina rewşa meydanî ya wan deverên dikevin di navbera hêzên pasewanên Herêmê û hêzên Îthadî de û wan behsa rewşa wan deveran, asteng û valahîyên ewlekarîyê kirine ku dibe terorist mifayê jê wergirin.

Herweha hatîye, armanca civînê, hevahengî û karê bi hev re bûye; daku ew arîşe bihên çareserkirin ku dibin rêgir li pêşîya berengarbûna terorê û akincîya deverê jî bihête paraztin.

Di pişkeka dî ya beyannameyê de hatîye, tekez hatîye kirin, ew deverên hanê di çarçoveya erk û berpirsyarîya desthelata Îtîhadî de ne û ti axivtin derbarê vegerana hêzên Pêşmerge bo wan deveran û bo Kerkûkê nehatîye kirin, ku hinek alîyên sîyasî kirine mijar û li ser axivin.

Her di vî warî de, gotebêjê fermandeya hêzên çekdaarên Îraqê, Yehya Resûl ragehand, ti hewlek bo dûbare vegerandin û belavbûna Pêşmerge li sinûrê parêzgeha Kerkûkê nîne.

Yehya Resûl got jî: Ewa rûda ye, civînek bûye derbarê duristkirina navendeka hevahengîyê li parêzgeha Dîyala, Kerkû û Neynewa û nwênerên Wezareta Bervanîyê, navxwe ya Îraqê, kertên serbazî yên din û wezareta Pêşmerge têde pişikdar bûn e. Armanca civînê veguhartina zanyarîyan û dûvçûna livînên teroristan bûvye li wan deveran.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 606 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x