Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman dibêje, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî naxwaze bi Herêma Kurdistanê re dest bi danûstandinan bike û xwe jê didize.
Siyasetmedar Mehmûd Osman ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev çend roj in serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û cîgirên wî ketine hereketê da ku Hewlêr û Bexdayê li hev bînin û li dora maseyê bicivînin.
Mehmûd Osman her wiha got, lê heta niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tevlî yek ji wan civînan nebûye çimkî ew naxwaze danûstandin bike û xwe jê didize.
Wî siyasetmedarê kurd anî ziman, rast e hewlên serokomar û cîgirên wî girîng in lê biryara dawî di destê Ebadî de ye, Ebadî jî xwe nade ber û got, ew dixwaze vê mijarê bixe xizmeta hilbijartinan û heta piştî hilbijartinan bi Hewlêrê re dest bi diyalogê neke.
Hilbijartinên giştî yên Iraqê meha Gulana sala bê tên kirin.