Papa: Em ji bo gelê Iraqê bi hev re dua bikin

Papayê Vatîkanê Papa Francis li ser alozî û tevliheviyên Iraqê peyamek belav kir.

01.09.2022, Per - 07:13

Papa: Em ji bo gelê Iraqê bi hev re dua bikin
Nuçe Belav bike

Papa Francis ji bo çareseriya kêşeyan tekezî li ser encamdana gotûbêjan dike û nîgeraniya xwe derbarê bûyerên tundûtûjiyê yên çend rojên borî yên Bexdayê de nîşan da.

Papa diyar kir: “Werin em ji bo gelê Iraqê bi hev re dua bikin.”

Herwiha Papayê Vatîkanê ji aliyên nakok ên Iraqê daxwaz kiriye ku ji bo rûbirûbûna astengiyan û gihîştina armanca xwestî, divê rêya gotûbêj û biratiyê bigrin ber xwe.

Roja duşemê 29ê Tebaxa 2022yan, piştî twîta Muqteda Sedir, alîgirên Tevgera Sedir derketin kolanan û êrîş kirin ser Navçeya Kesk a Bexdayê û daxwaza rûxandina desthilata niha kirin.

Ji aliyekî din ve, şer û pevçûn di navbera çekdarên Seraya Selam, baskê serbazî yê Tevgera Sedir û alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê de rûda, di encama şer û pevçûnan de 30 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 welatî jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:15:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x