Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan biryar da ku hêzên Heşda Şeibî li hemû navçeyên nakok ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane û niha ketine kontrola hikûmeta Iraqê were qedexekirin.
Parlamentoya Iraqê wekî sedema qedexekirina Heşda Şeibî li herêmên nakok jî vekirina ofîsan nîşan da ku ev rewş dibe sedema tirsê di nav xelkê wan herêman de.
Li gor biryara parlamentoyê, tenê hikûmeta navendî ya Iraqê dikare li wan herêman nivîsgehên xwe veke ku ev di bin berpirsiyariya wê de ye.
Piştî kontrolkirina Kerkûkê û navçeyên dorûbera wê ji aliyê hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve gelek bûyerên tirsnak ên binpêkirina mafên xelkê wan herêman qewimîbûn ku herî dawî jî rojnamevanekî Kurd bi awayekî xedarî hatibû kuştin li Kerkûkê.
Hêjayî gotinê ye ku, hefteya borî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwestibû Heşda Şeibî li Iraqê were qedexekirin, lê Ebadî ev daxwaz red kiribû û gotibû, ‘Heşda Şeibî hêzeke fermî ya girêdayî Iraqê ye'.