Parlementerê iraqî: Em nikarin daxwazên kurdan pêk bînin

Parlamenterê Iraqî Cebar Ebadî diyar kir, ku ji ber parlamenterên kurd civînên Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê boykot dikin, ew jî nikarin daxwazên wan ên derbarê zêdekirina para Herêma kurdistanê ya di budçeya 2018an de pêk bînin.

26.02.2018, Pts - 05:50

Parlementerê iraqî: Em nikarin daxwazên kurdan pêk bînin
Nuçe Belav bike

Cebar Ebad dibêje: "Nûnerên kurdan civînên Komîsyona Darayî boykot dikin. Ji ber ew ne amade ne, em nikarin tu nêrîn û pêşniyarên kurdan ên derbarê projeyasaya budçeyê de cîbibî bikin."

Ebadî herwiha got: "Ji sedî 60 heta 70 ya daxwazên navçeyên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, weke pêşniyar di rojeyasayê de hatiye danîn."

Bi gotina Cebar Ebadî roja 27ê Sibatê bi armanca teqezkirin pêşniyar û amadekariyên derbarê projeyasaya butçeyê de dê civînên Komîsyona Darayî dest pê bikin.
Herwiha piştî hingî dê projeyasa careke din bikeve rojeva parlamenê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:27:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x