Pisporekî siyasî: Ebadî jibo xeletiyên li hemberî Kurdistanê wê bedelek giran bide

Pisporekî siyasî di derbarê kiryarên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de dibêje, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê her rojekî baca siyaseta xwe ya xelet li hemberî Herêma Kurdistanê bide.

04.12.2017, Pts - 09:38

Pisporekî siyasî: Ebadî jibo xeletiyên li hemberî Kurdistanê wê bedelek giran bide
Nuçe Belav bike

Pisporê siyasî û mamostayê zanistên siyasî li zanîgeha Silêmaniyê Dr. Abid Xalid di axaftinekî xwe ya ku li gel BasNews\'ê re pêkaniye de di derbarê meriyetê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya li hemberî Herêma Kurdistanê de got, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi awayekî ne qanûnî û ne Destûrî welatiyên Kurdistanê ceza dike.

Di berdevamiya axaftina xwe de Dr. Xalid her wiha got, yek ji armancên Ebadî bo givaştina Kurdistan û gelê Kurdistanê ew e ku di hilbijartinên Iraqê de bo xwe dengan kom bike.

Wî pisporê siyasî anî ziman ku eger Ebadî li ser siyaseta xwe ya xelet li hemberî Kurdistanê berdewam be dê rojekî her baca wan xeletiyên xwe bide û got, Iraq niha ji Kurdistanê bihêztir e lê ev rewşa heta hetayî wiha namîne û Ebadî dê baca xeletiyên xwe bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:35:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x