Qedexeya derketina derve li Bexdayê hat rakirin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand, dawî bi qedexeya derketina derve li Bexdayê hat û qedexe hat rakirin.

30.08.2022, Sal - 11:24

Qedexeya derketina derve li Bexdayê hat rakirin
Nuçe Belav bike

Piştî daxuyaniya Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr ku demjimêrek muhlet da alîgirên xwe ji bo ku ji Herêma Kesk a Bexdayê û qada xwepêşandan û grevê vekişin, qedexeya derketina derve li Bexdayê bi fermî hat rakirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand, dawî bi qedexeya derketina derve li Bexdayê hat û qedexe hat rakirin.

Piştî peyama duh a Sedr ku têde destberdana xwe ji siyasetê aşkere kir, alîgirên wî daketibûn kolanan û dest bi xwepêşandanê kiribûn û ji ber wê jî Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji demjimêr 15:30 duh Duşembê ve qedexeya derketina derve li Bexdayê ragihandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:21:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x