Muqteda Sedir di civîneke çapemeniyê de ragihand, eger bi rêya pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî nebe, ti car li welat çaksazî nayê kirin.
Sedir eşkere kir: “Eger mayîna kutleya Sedir li parlamentoyê li ser pêkanîna hikûmetê asteng be, hemû parlamenterên kutleya me amade ne ku dest ji kar bikşînin.”
Rêberê Tevgera Sedir got: “Bi ti awayî hevbeşiyê ligel wan nakim, da ku careke din Iraq venegere û nebe pariyek ji bo gendelî û paşkoyetiyê.”