Sedr bo Malikî re: Ez pêşniyaz dikim dest ji karê siyasî berde û xwe radestî dadweriyê bike

Serokê opozîsyona Iraqê Muqteda Sedr hişyarî da Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ku xwe radestî dezgeha dadweriyê bike.

19.07.2022, Sal - 08:46

Sedr bo Malikî re: Ez pêşniyaz dikim dest ji karê siyasî berde û xwe radestî dadweriyê bike
Nuçe Belav bike

Sedr îro di twîttera xwe de bersiva daxuyaniyên Malikî yên ku êrişî ser Sedir Tevgera Sedr kiribû, îro li ser Twitterê wiha got: "Ez bi tevahî matmayî me ku ji aliyê Partiya Dawa ve bi kuştinê hatim tehdîdkirin." mezinên eşîra Malikî mehkûmî vemirandina agirê fitneyan bikin.

Sedr her wiha bang li Malikî kir ku dest ji xebatên siyasî berde, poşman bibe û xwe radestî dadweriyê bike.

Di heman demê de Sedr tekez kir ku kesekî weke Malikî xwedî nêrînên wêranker bi ti awayî nikare Iraqê bi rê ve bibe.

Di berdewamiyê jî de Sedr got: "Ez li ber Xwedê û xelkê ji her êrîş û bikaranîna hêzê li dijî Malikî bêguneh im."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:13:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x