Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê seferên balafirxaneya navneteweyî ya Bexdayê hatin rawestandin.
Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber xirabiya rewşa avhewayê û kêmbûna dîtinê, geştên asmanî hatine rawestandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêveberiya balafirgehê dê di demek nêz de der barê geşedanên nû de welatiyan agahdar bike.