Waliyê Enbarê yê DAIŞê û du alîkarên wî di operasyonekê de hatin kuş
Hewalgiriya Iraqê aşkere kir, waliyê Enbarê yê DAIŞê û du alîkarên wî di operasyonekê de hatin kuştin.
Ajansa Hewalgiriyê û Lêkolînên Federal a Iraqê ragihand, li ser zanyariyên hûr ên hewalgiriyê, Waliyê Enbarê yê DAIŞê Ebû Mensûr El-Heyanî û du alîkarên wî di operasyonekê de hatin kuştin.
Destnîşan kir jî, operasyon bi hevbeşî bi Şaneya Armanckirinê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş re li Enbarê hatiye kirin.
Diyar kir jî, Ebû Mensûr El-Heyanî yek ji serkirdeyên diyar ên DAIŞê bû ku welatiyên Iraqê li ser riya navdewletî li navçeya Rutbe dikirin armanc.
Berî çend rojan jî, Ajansa Hewalgiriya Federal ragihand, wan terorîstekî metirsîdar li Diyalayê ku berpirsê veguhestin û piştgirîya lojîstîkî ye desteser kirin.
Her wiha di destpêka vê mehê de, Ajansa Hewalgiriya Îraqê girtina 14 endamên DAIŞê li Bexdayê ragihandibû ku di nav wan de serkirdeyên navdar ên wê rêxistinê hebûn.