Serkirdeyên Hemasê ji Qeterê derdikevin û diçin Îraqê

Ji ber dijwarbûna givaştinan ji bo razîkirina serkirdeyên Hemasê ji bo pejirandina pêşniyara Joe Biden li ser lihevkirina agirbestê li kertê Xezzeyê û azadkirina revandiyan, peywendiyên Hemas û Qeterê ber bi sarbûnê ve diçin û pilana serkirdeyên Hemasê ew e ku ji Qeterê derbikevin û biçin Îraqê.

25.06.2024, Sal - 16:07

Serkirdeyên Hemasê ji Qeterê derdikevin û diçin Îraqê
Nuçe Belav bike

Rojnameya The Nationalê di raportekê de ji zarê endamekî Civata Nûnerên Îraqê parve kiriye, di meha borî de serkirdeyên Îraqê razîbûna xwe li ser veguhastina serkirdeyên Bizava Hemasê ji bo Bexdayê diyar kiriye.

Wê rojnameyê herwesa nivîsiye ku tevaya zanyarên xwe ji wî endamê Civata Nûnerên Îraqê wergirtine ku herwesa serkirdeyekî siyasî ye, herwesa di civîneke sêalî de ji aliyê Berpirsê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û nûnerên hikûmetên Îraq û Îranê ve danûstandin li ser pirsa hewandina serkirdeyên Hemasê ji aliyê Îraqê ve hatine kirin.

Her di wê raportê de hatiye, mimkin e Îran bi xwe berpirsyarîtiya parastina serkirdeyên Hemasê û nivîsîngeh û karmendên wê li Bexdayê bi stûyê xwe ve bigire. Herwesa tîmên ewlehî û lojistî yên girêdayî Hemasê ji bo serperiştiya pêngavên veguhastina serkirdeyên Hemasê ji Qeterê bo Îraqê serdana Bexdayê kiriye.

Her di meha borî de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Îsmaîl Heniye di peywendiyeke tilefona de bi hûrî danûstandin li ser pêngavan kirine, lê di nav siyasetvanên Îraqê de yekdengî li ser veguhastina serkirdeyên Hemasê ji bo Bexdayê nîne ji ber ku pareke pêkhatên serekî yên Îraqê naxwazin bi vê pêngavê duberekiyan bi Amerîkayê re zêdetir kûr bikin, lê biryar biryara hikûmetê ye û lêvebûn nîne.

Her li dû zanyarên rojnameya The Nationalê, Bizava Hemasê di vê mehê de nivîsîngeha xwe li Bexdayê vekiriye ku Mihemed Hafî serokatiya wê dike, herwesa biryar e di demeke nêz de nivîsîngeheke ragehandinê jî her li Bexdayê vebike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:44:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x