Serok Barzanî li gel şanda polîtburoya Partiya Komînîs kete civînê

Serok Barzanî li Selahedîn li gel şandeke polîtburoya Partiya Komînîst (Şûî) ya Kurdistanê civiya.

05.12.2017, Sal - 12:37

Serok Barzanî li gel şanda polîtburoya Partiya Komînîs kete civînê
Nuçe Belav bike

Îro Serok Barzanî li Selahedîn li gel şandeke polîtburoya Partiya Komînîst a Kurdistanê civiya. Di civînê de serok Barzanî spasiya helwêstê Partiya Komînîst a Kurdistanê û alîgirên wê kir, ji ber piştgiriya referandûmê kirine û rola Partiya Komînîst di wê proseya niştimanî ya giring de bilind nirxand.

Herwaha di axaftina xwe de bi awayek têr û tejî behsa qonaxa piştî referandûmê û bûyerên 16ê cotmehê û helwêsta Bexda û civaka navnetewî rave kir.

Her wiha Şanda polîtburoya Partiya Komînîst jî amaje bi helwêstê partiya xwe ya li ser referandûmê û pirsên niştimanî diyar kirin û nêrînên xwe yên derbarê pirsgirêk û aloziyên pêş gelê Kurdistanê anîn ziman.

Di beşek din ê civînê de jiyana gel û rêyên derketina ji vê qonaxê û astengiyan û pêwîstiya yekhelwêstiya siyasî ya aliyên Kurdistanê hate gotûbêj kirin. Herwaha li ser proseya siyasî ya herêma Kurdistanê her du alî jî hevbîr bûn ku helbijartin rêya herî başe bo çareser kirina pirsgirêkên siyasî û ji bo başkirina jiyana xelkê jî pêwîste aliyên siyasî yên Kurdistanê alîkarê hikûmeta herêma Kurdistanê bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x