Serokê nû yê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin

Piştî salekê Parlamentoya Îraqê, Mehmûd Meşhedanî wekî serokê nû hilbijart.

01.11.2024, Cum - 10:27

Serokê nû yê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin
Nuçe Belav bike

Li Parlamentoya Îraqê ji bo hilbijartina serokê nû dengdan hat kirin.

Di gera duyem a dengdanê de namzedê Hevpeymaniya Ezim Mehmûd Meşhedanî wekî Serokê nû yê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin.

Piraniya fraksiyonên Suneyan û fraksiyonên Kurdistanî piştgirî da Mehmûd Mehşedanî û ew bi amadebûna 269 parlamenteran û bi 182 dengan hat hilbijartin.

Li gorî Destûra Îraqê ji bo bidestxistina serokatiya parlamentoyê divê namzedek ji sedî 50+1ê dengên parlamenteran bistîne.

Yanî divê namzed herî kêm 166 dengan bistîne.

Di gera duyem a dengdanê de dengdan di navbera 2 namzedên ku herî zêde deng standine de tê kirin û namzedê 166 dengan bistîne dibe Serokê Parlamentoyê.

Di gera yekem a dengdanê de 271 parlamenter amade bûn.

Mehmûd Meşhedanî 153 deng û Salim Îsawî jî 95 deng standin.

Namzedê serbixwe Telal Zewbeyî ti deng nestandin û Amir Ebdulcebar jî 9 deng standin.

Divê were gotin ku 14 deng jî pûç derketin.

Hemû namzed Sune bûn û posta Serokatiya Parlamentoya Îraqê mafê Suneyên Îraqê ye.

Beriya bi salekê Serokê wê demê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî bi tohmeta ku sextekarî di belgeyan de kiriye ji erka xwe hatibû dûrxistin.

Piştî dûrxistina Mihemed Helbûsî, Parlamentoya Îraqê ji bo hilbijartina serokê nû 2 caran civiya lê ji ber nebûna yekdengiya di navbera aliyên Sune de serokê nû nehatibû hilbijartin.

Mehmûd Meşhedanî beriya dengdanê diyar kir ku ew namzedê Suneyan e û dê fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Îraqê jî piştgiriyê bidin wî.

Mehmûd Meşhedanî kî ye?

Mehmûd Meşhedanî sala 1948an ji dayîk bûye.

Serkirdeyekî navdar ê Suneyan e.

Beriya ku bibe siyasetmedar, di artêşa Îraqê de efser bûye.

Li Zanîngeha Bexdayê bijîşkî xwendiye û sala 1990î hatiye girtin.

Ji ber dijberiya Şerê Kendavê bi îdamê hat mehkûmkirin lê piştre cezayê wî wekî 15 sal hat guhertin.

Mehmûd Meşhedanî sala 2004an bû endamê Komîteya Amadekirina Destûra Îraqê.

Ji sala 2006an heta 2009an serokatiya Parlamentoya Îraqê kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:46:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x