Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd dest bi kar kir

Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ê ku roja Pêncşema ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatibû hilbijartin, îro li Bexdayê bi merasîmeke fermî dest bi karê xwe kir.

17.10.2022, Pts - 10:59

Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd dest bi kar kir
Nuçe Belav bike

Salek piştî hilbijartinên giştî, Parlamentoya Iraqê di 13ê Cotmeha 2022an de bi beşdariya 269 parlamenteran serokkomar hilbijart. Serokomarê berê Berhem Salih û Letîf Reşîd wek berbijêr ketin hilbijartinê. Di hilbijartina ku bi duu geran hate kirin Letîf Reşîd ê ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat piştgirîkirin, bi 162 dengan li hember 99 dengan wek serokomarê nû hat hilbijartin.

Xanima Yekem bi cil û bergên Kurdî beşdarî merasîmê bû

Letîf Reşîd îro bi merasîmekê li Koşka Selam a Serokomariyê dest bi kar kir. Hevjîna Letîf Reşîd û xanima yekem a nû ya Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi cil û bergên Kurdî beşdarî merasîmê bû.

Serokkomarên berê Fûad Mehsûm û Berhem Salih, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, endamê Polîtburoya YNKê Qûbad Talebanî û rayedarên Iraqî beşdarî merasîmê bûn.

Reşîd: Iraq fedakariya artêşê û Pêşmerge ti carî ji bîr nake

Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd di destpêka axaftina xwe ya li merasimê da got, “Ez spasiya nûnerên gelê Iraqê dikim ku baweriya xwe bi min anîne.”

Reşîd amaje bi wê yekê jî kir ku ew ê di demeke nêzîk de wek serokomar plan û projeyên xwe ragihîne û anî ziman, “Em dê giraniyê bidin daxwazên gelê Iraqê û bi hemû hêza xwe dê hêzên siyasî li hev kom bikin.”

Letîf Reşîd diyar kir ku ew dê teqezî li ser danîna peywendiyên hevseng bi welatên cîran re bikin û dê ji bo bihêzkirina serweriya Iraqê kar bikin.

Serokkomarê nû her wiha destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de karê wî yê pêşîn e.

Reşîd spasiya hêzên ewlehiyê jî kir û got, “Iraq, fedakariya artêşê û Pêşmerge dê ti carî ji bîr nake.”

4emîn serokkomarê Kurd ê Iraqê

Bi bidawîhatina dîktatoriya Sedam re, Kurd ji sala 2003an vir ve serokkomariya Iraqê birêve dibin.

Letîf Reşîd çaremîn Kurd e ku li Bexdayê serokkomariya dike. Berê jî Celal Talebanî, Fuad Mehsûm û Berhem Salih serokomar bûn.

Letîf Reşîd di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1968an de li Zankoya Liverpoolê Endezyariya Avahiyan qedandiye.

Wî di sala 1976an de doktoraya xwe ji Zankoya Manchesterê wergirt. Li Yemen û Erebîstana Siûdî bû rêveberê projeya FAOyê. Ji bo endamtuya Encûmena Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Iraqê (INC) hate hilbijartin. Di sala 1986an de nûnerê Brîtanyayê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû. Di sala 2004an de bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê.

Di heman demê de li cem Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî jî bû misteşar. Letîf Reşîd ê ku bi Şanaz Îbrahîm a keça Îbrahîm Ehmed re zewicî ye û 2 zarokên wî hene, di heman demê de hevlingê Celal Talebanî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:04:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x