Serokwezîrê Îraqê bi şandeya YNKyê re civiya: Mijar şandina mûçeyan e

Serokwezîrê Îraqê ji fraksiyona YNKyê re ragihand ku pirsgirêka mûçeyên Pêşmergeyan û hêzên navxwe û dezgehên ewlehiyê hatiye çareserkirin.

25.03.2024, Pts - 10:12

Serokwezîrê Îraqê bi şandeya YNKyê re civiya: Mijar şandina mûçeyan e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şiya Sûdanî li Parlamentoya Îraqê bi fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya.

Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

Fraksiyona YNKyê da zanîn ku wan ji Sûdanî xwestiye ku hemû mûçe werin şandin û proseya hejmara min were çareserkirin.

Herwiha li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Îraqê, Mihemed Şiya Sûdanî jî fraksiyona YNKyê piştrast kiriye ku pirsgirêka mûçeyên Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê hatiye çareserkirin.

Serokwezîriya Îraqê da zanîn ku hewl tê dayîn mûçe ji bankayê re werin şandin û bi rêya sîstema bankayê dê pirsgirêka mûçeyê were çareserkirin.

Hilbijartin dê di dema xwe de werin kirin

Herwiha YNKyê eşkere kir ku di civînê de wan li ser kirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê helwêsta xwe careka din dupat kiriye û hilbijartin dê di dema xwe de werin kirin.

Li aliyê din Mihemed Şiya Sûdanî jî amaje bi wê yekê kir, ji bo hilbijartinan Hikûmeta Îraqê erka xwe bi cih aniye û budceya xerciya hilbijartinan jî dabîn kiriye û alîkariya pêwîst jî pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê kiriye.

Sûdanî derbarê dema hilbijartinan de jî ji YNKyê re got:

“Em jî ligel wê yekê ne ku hilbijartin di dema diyarkirî de werin kirin.”

Fraksiyona YNKyê derbarê pirsa mûçeyê de ragihand:

“Me ji Serokwezîrê Îraqê xwest ku bi awayekî bilez pirsgirêka mûçeyê were çareserkirin ku xelkê Herêma Kurdisanê bi wê pirsgirêkê di nava qeyraneke mezin de ye.”

Li gorî daxuyaniya YNKyê di civînê qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê jî hat gotûbêjkirin û Serokwezîrê Îraqê ji şandeya YNKyê re ragihand ku ew bi Tirkiyeyê re ji bo rakirina qedexeya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê gotûbêjan dikin û dê pirsgirêkê çareser bikin.

Parlamenterê YNKyê yê ku beşdarî civînê bûbû Karwan Yarweys li ser civînê ji Rûdawê re got:

“Civîna şandeya darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê roja yekşemê derengiya şevê pêk hat.

Her du alî derbarê mûçeyên Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê de li hev kiriye û di demeke nêzîk de wê mûçeyên Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê werin şandin.”

Karwan Yarweys da zanîn ku Sûdanî ew piştrast kirine, heta mûçe ji bankayê re were şandin dê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê werin şandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:17:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x