Serokwezîrê Iraqê serdana Amerîkayê dike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî di paşerojeke nêzîk de serdana Eyaletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike û niha amadekarî bo wê serdanê tê kirin.

02.01.2023, Pts - 08:11

Serokwezîrê Iraqê serdana Amerîkayê dike
Nuçe Belav bike

Endamê Hevpeymaniya Fetih û Rêxistina Bedir a bi serokatiya Hadî Amirî, Mîsaq Mesarî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî bi serokatiya şandekê serdana Eyaletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike.

Mîsaq Mesarî diyar kir, di serdanê de hejmarek dosyeyên siyasî, aborî û emnî di navbera her du welatan de dê bên gotûbêjkirin.

Endamê Hevpeymaniya Fetih ji got, niha amadekariyên serdanê tên kirin ku biryar wiha ye piştî ahengên sersalê bê kirin.

Mîsaq Mesarî destnîşan kir, heta niha roja serdanê nehatiye diyarkirin, lê belê xebata dîplomatîk di navbera herdu welatan de ji bo rêkxistin û amadekariyên serdanê berdewam dikin.

Iraq û Amerîkayê di sala 2008an de du rêkeftin bi hev re îmze kirin, yek ji wan wek SOFA tê naskirin û ya duyem jî wek Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk tê naskirin.

Rêkeftian yekem bi vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê di Kanûna 2011an de bi dawî bû, rêkeftina duyem rêkeftineke berfireh e û ne tenî warê ewlehî, lê belê warên siyasî, dîplomatîk, rewşenbîrî, xwendin, jîngeh û gelek mijarên din li xwe digire û ti demek jî jê re nehatiye destnîşankirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:30:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x