Şêwirmendê Sûdanî: 2600 Êzidî hîn winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Êzdiyan sê dosyayên bingehîn ji bo Şingalê û Êzdiyan pêşkêş kir û ragihand, “2 hezar û 600 Êzidî hîn jî winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e. Bi rêya komîteyeke taybet li ofîsa Serokwezîrê Iraqê kar ji vegerandin wan dê bê kirin.”

05.08.2023, Cts - 16:49

Şêwirmendê Sûdanî: 2600 Êzidî hîn winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Êzdiyan Xelef Şingalî ragihand, ji sedî 80 jêrxana Şingalê wêran bûye û ji sedî 75 xaniyan jî wêran bûne û ji bo dubare avakirina wan, pêwîstî bi budceyeke taybet heye.

Xelef Şingalî da zanîn, hikûmeta Iraqê komîteyek taybet rapardeye ji bo kar li destnîşankirina qeymeqamê qezaya Şingalê bike.

Got jî: “1500 Êzîdî dê wek polîs li Şingalê bên wergirtin, ku piştî derxistina rênmayên bûdceyê, wezareta navxwe dê formên wergirtina ji bo wê hêzê derbixe.”

Parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 3’ê Tebaxê weke roja Jenosîda Kurdên Êzidî ragihand û pêr 3ê tebaxê, 9 sal di ser jenosîda Kurdên Êzidî re derbas bûn.

Ji ber êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şingalê di 3ê Tebaxa 2014an; zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2745 zarok jî bê dê û bav mane. Herwiha ji ber êrîşan zêdetirî 325 hezar Êzîdî koçber bûne.

Li gor amarên dawî yên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 135 hezar û 860 Kurdên Êzîdî koçberî Herêma Kurdistanê bûne, 189 hezar û 337 kes jî koçberî navçeyên cuda ên Başûrê Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûne.

Li gor amarên dawî yên ku Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî ku di meha Hezîranê de belav kiriye, 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin, ku heta niha 3 hezar û 458 kes ji wan hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kesên din jî winda ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Piştî êrişên DAIŞê heta niha zêdetirî 85 gorên komî û çend gorên takekesî yên Êzdiyan li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.

Li gor amarên ku li Netewên Yekgirtî hatine pesendkirin, hejmara Êzdiya li Iraqê 550 hezar kes e; ji ber rewşa Şingalê niha piraniya Êzdiyan li derveyî herêmên xwe dijîn.

Xelkê Şingalê dibêjin, hebûna komên çekdar, nebûna xizmetguzarî û aramiyê, sedema wê yekê ye ku ew nikarin vegerin ser war û cihên xwe, herwiha hewlên hikûmeta Iraqê bo vegerandina wan jî, ne cidî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:09:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x