Sûdanî: Di vê hefteyê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike

Serokwezîrê Iraqê dibêje, di vê hefteyê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike.

19.04.2023, Çar - 05:52

Sûdanî: Di vê hefteyê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civînekê de ligel hejmarek medyakar û rojnamevanan de got: “Di vê hefteyê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike. Piştî rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, hin tedbîrên ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrolê hene, ku piraniya wan temam bûne û nivîseke di vê derbarê de ji Tirkiyê re hatiye şandin.”

Hevdem jî, Sûdanî tekezî li ser pabendbûna hikûmeta xwe ji bo dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kir, ku yek ji dosyeyên girîng ên nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de ye û her sal bi pesendkirina bûdceya darayî ya welat re dubare dibe.

Di 25ê Adarê de ji ber doza di navbera Tirkiye û Iraqê de hinardekirina petrola Kuridstanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê hatibû ravestandin. Lê belê piştî ku di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftin di derbarê petrola Kurdistanê de hate îmzekirin, tê çaverêkirin di demeke nêzîk de hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya xeta boriya Ceyhanê dest pê bike.

Roja 4ê Nîsana 2023an, rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê kompaniya Somo ve dê were firotin û dahat wê di hesabekî taybet yê bankî de were hilgirtin, ku di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:54:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x