Sûdanî: Girîng e rojek ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were diyarkirin

Serokwezîrê Iraqê diyarkirina bi pêwîstî dizane ku rojek ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bê diyarkirin. Hevdem jê derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehan de jî, piştgiriya hikûmeta xwe ji bo "hilbijartinên dadperwerane û pak dubare kir.

18.07.2023, Sal - 07:40

Sûdanî: Girîng e rojek ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were diyarkirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo agahdarbûna hûrgiliyên amadekariyên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê; duhî li gel şandeke Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 12ê Tîrmeha 2013an di nameyeke fermî de ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê daxwaz kir ku çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 18-11-2023an de yan jî ligel hilbijartinên encûmenên parêzgehan di 18-12-2023an bike.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê derbarê lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve; diyar kir ku “Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kiriye.”

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) roja 18ê Berçileya 2023an tên lidarxistin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, ji 1’ê Tîrmehê heta 31’ê Tîrmehê molet ji bo qeydkirina partî û hevpeymaniyan diyar kiriye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê; di civînê de Sûdanî tekezî li ser giringiya pabendbûna bi xişteya demên hatiye diyarkirin û xurtkirina hewlên ji bo lidarxistina hilbijartinên dadperwerane, zelal û pak dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x