The Wall Street Journal: DAIŞ vegeriyaye Iraqê

Rojnameyeke Amerîkî ragihand ku DAIŞ bi asteke mezin vegeriya Iraqê.

23.12.2022, Cum - 10:36

The Wall Street Journal: DAIŞ vegeriyaye Iraqê
Nuçe Belav bike

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku kûrbûna DAIŞê li Iraqê vegeriyaye û tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de hejmara çalakiyan zêdetir bibe.

Rojnameyê got ku tevgerên vê dawiyê yên DAIŞê tenê destpêka helmeteke mezin a tirsandinê li Iraqê ye, eger berpirsên ewlehiyê zû gavên pêwîst neavêjin, dê qurbaniyên destên DAIŞê zêdetir bibin.

Rojnameyê got ku DAIŞ plan dike ku kesên ku ji zindanên Sûrî direvin bikar bîne da ku rêzên xwe ji nû ve birêxistin bike û êrîşî gel û hêzên ewlekarî bike.

Hefteya borî çekdarên DAIŞê li çend navçeyên parêzgeha Diyala û Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî û sivîlan kiribûn û di encamê de zêdetirî 15 kes hatibûn kuştin û çend kesên din jî birîndar bibûn.

Piştî êrîşan, Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî ji rojnamevanan re ragihand, DAIŞê taktîkên şer guhertiye û karwanên leşkerî û ewlehiyê bi bombeyên vedayî armanc dike.

Serokwezîrê Iraqî Mihemed Şiya Sûdanî roja çarşemê serpereştîya civîneke ewlekariyê kir û rewşa parêzgehên Kerkûk û Diyalayê gotûbêj kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x