Tirkiye û Îraqê hinartina petrola Kurdistanê gotûbêj kir: Em ji bo çareseriyê amade ne

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li Bexdayê civiyan.

23.11.2023, Per - 06:33

Tirkiye û Îraqê hinartina petrola Kurdistanê gotûbêj kir: Em ji bo çareseriyê amade ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevdîtinê de bal kişand ser hinartina petrola Kurdistanê ya bi rêya Tirkiyeyê û got, “Em ji bo çareseriyê amade ne.”

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Îraqê têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaiyeke nivîskî parve kir.

Li gorî daxuyaniyê, Bayraktar û Sûdanî, mijarên wekî xurtkirina peywendiyên dualî yên di warê aborî û enerjiyê de gotûbêj kirin.

Sûdanî derbarê hinartina petrola Kurdistanê ya bi rêya Tirkiyeyê got, “Em ji bo çareseiryê amade ne.”

Sûdanî bal kişand li ser pirsa avê ya di navbera her du welatan de û got, pêwîst e ew di vê mijarê de bêhtir hevkariyê bikin.

Serokwezîrê Îraqê herwiha Projeya Rêya Pêşketinê wekî “projeyeke strantejîk” bi nav kir û got ku dê proje ji bo aboriya her du welatan jî baş be.

Sûdanî li ser mijara Xezeyê jî axivî û got, “Em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî êrişên Îsraîlê teqdîr dikin û em jî piştgirî didin helwesta Enqereyê.”

“Îraq ji bo hemû Ewropayê welatekî girîng e”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Îraqê re pêş bixin.

Bayraktar diyar kir ku Erdogan girîngiyeke mezin dide Projeya Rêya Pêşketinê û got:

“Îraq di warê enerjiyê de, ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Ewropayê welateke girîng e.”

Bayraktar, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî re jî civiyabû.

Çi bûbû?

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adarê veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:03:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x