Wezareta Derve ya Iraqê êrişên Tirkiyê şermezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrişên Tirkiyê yên ser axa Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku "em bikaranîna axa Iraqê ji bo encamdana her karekî ku bandorê li ser asayişa welatên cîran bike, şermezar dikin û red dikin".

14.12.2018, Cum - 16:58

Wezareta Derve ya Iraqê êrişên Tirkiyê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê vê êvarê li ser êrişên van demên dawî yên Tirkiyê yên bi ser axa Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku "karên bi vî rengî binpêkirina serwerî û asayişa Iraqê ye û bikaranîna axa Iraqê ji bo encamdana her karekî ku bandorê li ser asayişa welatên cîran bike, red dikin".

Herwiha hat eşkerekirin ku Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bo wezaretê hatiye bangkirin û nameyeke nerazîbûnê radestî wî hatiye kirin.

Şeva pêncşemê 13-12- 2018an, firokeyên şer ên Tirkiyê êrişî pêgehên PKKê yên li Şingal û kampa penaberên Bakurê Kurdistanê ya li Mexmûrê kir û di encama êrişan de li Mexmûrê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1087 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:05:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x