Wezareta Derve ya Iraqê: Êrîşên Tirkiyê û Îranê binpêkirina serweriya Iraqê ne

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi rêya mûşek û dronan binpêkirina serweriya Iraqê ye û dibêje: "Iraq red dike ku axa xwe bike meydanek ji bo çareserkirina aloziya di navbera aliyên derve de.”

22.11.2022, Sal - 06:39

Wezareta Derve ya Iraqê: Êrîşên Tirkiyê û Îranê binpêkirina serweriya Iraqê ne
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê duh Duşemê 21ê Mijdara 2022yan de bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirkiyê û Îranê yên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û ew êriş red kirin.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, êrîşên ku bi ser serweriya Iraqê û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê de têne kirin, berevajî yasa û peymanên navdewletî ne û got: “Em naxwazin welatê me bibe qada şerê ji bo çareserkirina aloziyên di navbera aliyên derve de.”

Wezareta Derve ya Iraqê herwiha tekez kir ku êrîşên dubare yên hêzên Îran û Tirkiyê bi mûşek û dronan li dijî Herêma Kurdistanê binpêkirina serweriya Iraqê ne û berevajî bingeha mafên cîrantiyê ye.

Di heman demê Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê yekê kir ku axa Iraqê nabe bibe zemîneke bo ziyangihandina ti welatên cîran û red dike ku Iraq bibe qada milmilanî û yekalîkirina şerê siyasî yê aliyên derve.

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê piştî wê yekê tê ku roja 20ê Mijdarê artêşa Tirkiyê operasyonek bii navê Pençe - Şûr ragihand û êrîşî çend cihên li nav axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê kir.

Her îro serê sibê 21ê Mijdarê Komara Îslamî ya Îranê bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir. Baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cejnekan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirgwêz a Silêmaniyê bûne armancên êrîşên Îranê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:01:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x