Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê bersiva Erdogan da

Wezareta Petrolê yê Iraqê nirxandina Serokomarê Tirkiyê ya ku dibêje hinardekirina petrolê ji ber ‘pirsgirêka hikûmeta navendî û bakurê Iraqê’ dest pê nekiriye red dike. Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Basim Mihemed Uzeyr diyar kir ku di warê hinardekirina petrolê de ti pirsgirêkeke wan bi Herêma Kurdistanê re nîne û got, “Heman nêrînên me hene.”

17.07.2023, Pts - 11:14

Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê bersiva Erdogan da
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Lûtketa NATOyê ya ku li Vilnius a paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin de bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ya li ser destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dabû, “Di warê wergirtina petrola Iraqê de ti pirsgirêkên me nînin. Ew pirsgirêka heyî nakokiya li hundirê Iraqê ya di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta bakurê Iraqê de ye.”

Wezareta Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Uzeyr di daxuyaniya heftane ya rojnamevaniyê de, bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê di bersiva pirsa ku Erdogan dibêje rawestandina hinardekirina petrolê ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de got, “Na, ti pirsgirêkên me yên siyasî nînin. Heman nêrîna me ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya giştî heye.”

Li gorî rayedarên Iraqî, heta ku Hikûmeta Iraqê biryara Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê dayîna 1.4 milyar dolaran ji bo Iraqê efû neke, Tirkiye naxwaze dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x