Wezîrê Derve yê Amerîkayê hişyarî da Sûdanî

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dike ew kes bên dadgeh kirin ku berpirsin ji êrîşên ser bi binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê.

02.12.2023, Cts - 07:05

Wezîrê Derve yê Amerîkayê hişyarî da Sûdanî
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di peyvendiyekî telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêkanî û wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, di peyvendiya telefonî de behs hatiye kriin ku pêwîste hemû binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê bên parastin û ew berpirsên ku ji wan êrîşan berpirsin ku li ser binkeyên Amerîkayê yên li Iraqê tên kirin, divê bên dadgeh kirin.

Blinken li gel Sûdanî behsa rewşa Xezeyê jî kir û hat ragehandin behsa rêyên çareseriyê hatiye kirin ku bi awayekî aştiyane rewşa li Xezeyê bê çareser kirin.

Berî naha Pentagonê aşkera kir ji roja 17ê Cotmehê heta 17ê Mijdarê li Iraq û Sûriyê 58 caran êrîş li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê hatine kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:03:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x