YNK: Bexda di gotûbêjên li gel Kurdistanê de ne cidî ye!

Parlamenterê YNKê li encûmena nûnerên Iraqê Rêzan Şêx Diler amaje bi vê yeke dike ku tişta Bexda dike coreyeke xwe mezin dîtinê û got: ‘’Ji vê zêdetir dixwaze çi bidest bixe, dibe niyeta wan ew be ku Kurdistanê dagir bikin.’’

06.11.2017, Pts - 13:07

 YNK: Bexda di gotûbêjên li gel Kurdistanê de ne cidî ye!
Nuçe Belav bike

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Rêzan Şêx Dilêr di axaftina xwe ya ku ligel BasNewsê re pêkaniye de ragehand: ‘’Bexda rastî hesteke xwe mezin dîtinê hatiye, herêma Kurdistanê encamên referandûmê cemidandiye, êdî ji wê zêdetir we çi divê? Dixwazin Kurdistanê dagir bikin niyeta we ew e?’’

Herwaha got: ‘’Iraq dixwaze bi awayê parêzgeh danûstandinê li gel me bike, ev nayê qebûl kirin, ji ber dema Seddam tîne bîra me.’’

Di berdevamiya axaftina xwe de Şêx Dilêr aşkera kir, Bexda ne diyare çi dixwaze, lê ya diyar ew e ku niyeta wan a şandina budceya Kurdistanê tineye. Eger pêşde gav navêje wê demê destûrê bicîh nayne û naxwaze bicîh jî bîne.’’

Navborî got: ‘’Beşa budceya Kurdistanê kêm kirine, guh nadin daxwazên Kurdistanê êdî em çi bikin? Divê kî bersiv bide, Bexda eger niyeta xwe heye çekdarên xwe bîne ser Kurdistanê bila ji naha ve ji me re bibêje.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x