Encumena Kerkûkê dîsa hikûmeta Bexdayê red kir

Encumena Parezgeha Kerkûkê biryara hikûmeta navendî ya Iraqê ku elektrîka bajêr dide şirketeke taybet red kir.

28.04.2017, Cum - 05:53

Encumena Kerkûkê dîsa hikûmeta Bexdayê red kir
Nuçe Belav bike

Encumena Kerkûkê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo vê mijarê tu danûstandin bi me re nehatiye kirin, ji ber wê yekê Bexda hatiye hişyarkirin kuem vê biryarê bi cih nayînin. Ji aliyekê din ve Rêvebertiya Dabeşkirina Elektrîka Kerkûkê li ser heman mijarê helwesta xwe nîşan daye û daye xuyakirin ku neçar in ku biryara Bexdayê cîbicî bikin.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Kerkûkê, Felah Bezaz jî di daxuyaniyekê de ragihand ku heta niha em tu tiştekî di vê bareyê de nizanin, ev biryar li Bexdayê derketiye, pêwîst bû her karek ku têkilî bi weberhênanê ve hebe, em agahdar biban û li cem me ba, lê belê mixabin ew yek nehatiye kirin. Rêveberî û Encumena Parêzgeha Kerkûkê rê nadin ku elektrîka Kerkûkê bi sektora taybet were dayîn, û biryara Bexdayê ya derbarê dayîna elektrîka vê parêzgehê bi şîrketeke sektora taybet red dikin.

Rêveberiya Kerkûkê dibêjin ku ji bo vê biryara tu şêwir bi wan nehatiye kirin û ew agahdarê hûrgiliyên biryarê nînin û li ser vê bingehê jî biryarê red dikin û tekez dikin ku ew biryara Bexdayê cîbicî nakin. Kerkûk, niha rojane 500 MW elektrîk bi kar tîne ku 200 MW ji vê rêjeyê ji Herêma Kurdistanê tê kirîn û 300 MWê din ji Tora Giştî ya Elektîka Iraqê ve bo vê parêzgehê tê dabînkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1933 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:51:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x