Mihemed Şemseddîn Îsmaîlî yê 25 salî ku meha Nîsana 2025an ji Rojhilatê Kurdistanê çûbû parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li termînala otobusan a Amedê ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin.
Îsmaîlî bi hinceta tawaneke edlî bi biryara Dadgeha Amedê hat girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Îsmaîlî 29ê Gulana 2025an li girtîgehê bi awayekî guman canê xwe ji dest da.
Malbata wî ji bo wergirtina termê wî çû Amedê û 4ê Hezîrana 2025an piştî ku termê wî wergirt berê xwe da Deriyê Sînorî yê Kapikoyê ku li parêzgeha Wanê ye.
Nahêlin cenaze bê derbaskirin
Lê ji ber dozgeriya Amedê pasaport û nasnameya Îsmaîlî nedaye û tenê belgeyek daye malbata wî, li deriyê sînorî rê nayê dayîn ku malbata Îsmaîlî termê wî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bike.
Ji ber Cejna Qurbanê saziyên fermî yên Tirkiyeyê girtî ne û malbata wî neçar e li hêviya roja duşemê bisekine.
Termê Îsmaîlî dê heta 9ê Hezîranê li morga nexweşxaneyeke li Wanê bê ragirtin û piştî temamkirina karên fermî dê radestî malbatê bê kirin da ku karibin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin.
Dozgeriya Amedê sedema mirina wî eşkere nekir
Dozgeriya Amedê derbarê sedema mirina Îsmaîlî ti zanyarî nedaye malbatê û gotiye, "Kurê we tawanbar bûye û termê wî bibin."
Malbata Îsmaîlî dibêje, kurê wan ne kesekî ku xwe bikuje û daxwaz dikin sedema mirina wî bê eşkerekirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Mihemed Şemseddîn Îsmaîlî ji gundê Hendewanê yê navçeya Kotolê yê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ji ber karkirinê çûye Amedê.(M.A)