Hewlêr îddiaya Bexda derewand!

Wezareta Jêderkên Xwezayî ya Kurdistan, îddiaya Wezareta Petrolê ya Iraqê ku dibêje rêveberiya Hewlêr herikîna petrola Kerkûk daye rawestandin derewand.

16.11.2017, Per - 08:24

Hewlêr îddiaya Bexda derewand!
Nuçe Belav bike

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê îdiaya Wezareta Petrola Iraqê ya “hinardekirina petrolê rêveberiya Hewlêrê radiwestine” red kir.

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê Asim Cîhad duh ragihand “Wezareta petrolê ji bo bikaranîna boriya petrolê ligel Herêma Kurdistanê gotûbêj kiriye lê belê bersiva me nedan. Lewma me xwest me bi xeta kevin hinardeyê bikin.”

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê red kir ku hinardekirina petrola Kerkûkê rawestandibin.

Derbarê vê mijarê de jêderek ji ezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê yekê ecêbmayî bû. Çimkî derbarê vê mijarê de Hikûmeta Federal bi me re ti peywendî nekirine.”

Heman berpirsê ji Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku wan hinardekirina petrolê ranewestandine û da zanîn biryara ragirtina hinardekirinê petrola Kerkûkê biryara yekalî ya Şirkete Bakur a Petrolê ye û bêyî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişêwerînin ew biryar dane.

Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî jî ji Rûdawê re ragihand: “Niha petrola Kerkûkê bo firotinê naçe derve, tenê bo rafineyan tê derxistin. 40 hezar bermîl bo rafineya Kelek, bo rafineya Bazyanê 30 hezar bermîl, bo rafineya Kerkûkê 30 hezar bermîl û bo rafineya Bexdayê jî 20 bermîl tê şandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:16:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x