Li Kerkûkê gorên komî hat dîtin

Li Kurdistana Başûr li bajarê Kerkûkê ji ber îxbarekî piştî kolandinê komek termê mirovan hat dîtin. Tê ragihandin ku ev term, termên ku kujerên wan ne diyarin e.

22.11.2017, Çar - 12:50

Li Kerkûkê gorên komî hat dîtin
Arşiv
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd çû ser gorên komî yên ku li bajarokê Leylanê ku 15 kîloemtre dikeve bakurê rojavayê Kerkûkê û li cihê cih çavdêrî kirin û diyar kir, "Li bakurê rojavayê Kerkûkê cesedê bi dehan kesên ku nasnameya wan ne diyar e derketin." Seîd ragihand ku gorên komî li ser giliyê welatiyekî derketiye holê û wiha pê de çû, "Tê texmînkirin ku cesedên ku qurbaniyên wan ne diyar e û dîroka xwe digihîje sala 2003an."

Her wiha Parêzgarê Kerkûkê derbarê mijarê de diyar kir ku ji bo ku rastî derkevine holê wan komîsyonek hatiye avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Dê ji Midûriyeta Tenduristiyê û Ewlehiya Parêzgariyê û Şaredariyê komîsyonek were avakirin û ev komîsyon dê vekolînên hevpar bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:14:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x