Piştî êrişên DAIŞê yên Kerkûkê Heşda Şeibî û hêzên iraqî vedikişin

Hat ragihandin ku piştî êrişên DAIŞê yên van çend rojên dawî li derdora Kerkûkê milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ji herêmê vedikişin.

26.02.2018, Pts - 08:12

Piştî êrişên DAIŞê yên Kerkûkê Heşda Şeibî û hêzên iraqî vedikişin
Nuçe Belav bike

Parlamenterê kurd ê Parlamentoya Iraqê bi ser lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah di axaftina xwe de got: "Piştî êrişên milîtanên DAIŞê yên derdora Kerkûk û Xurmatûyê milîsên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê herêmê diterikînin."

Şaxewan Ebdullah di berdewamiya axafitina xwe de got: "Derbarê vê meseleyê de delîl di destê me de hene û ji xelkê herêmê jî agahî tê. Rewşa Kerkûkê niha dişibe rewşa Mûsilê ya 2014an ku hêzên Iraqê vekişiyan û DAIŞ kete bajêr."

Ebdullah di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger yekîneyên artêşa iraqê herêmê biterikînin hêzên Pêşmerge amade ne herêmê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê biparêzin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x