Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, biryara ji destgirtina kar ya Parêzgarê Kerkûk Necmettîn Kerîm erê kir.
Li gor fermana serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm îro 18.10.2017ê îmza kiriye û pişt girêdaye bi benda 7 a madeya 73 ya destûra Iraqê.
Li gor fermanê de hatiye gotin, serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm biryara ji kar xistina parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îmza kiriye û ji erkê xwe hatiye dûrxistin.
Piştî dagirkirina bajarê Kerkûkê ya ji aliyê Heşdî Şeibî, hikûmeta Iraqê biryar da Necmedîn Kerîm ji erkê wî hat dûrxistin û cîgirê wî yê ereb di cîha wî de hat erkdar kirin.