Çavdêrên siyasî: Mêrxastiya Pêşmerge bo sedema guhertina helwesta Amerîka

Çavdêrên siyasî di derbarê rewşa berxwedana pêşmerge ya Pirde yê de nêrînên xwe anîn ziman û dibêjin, şerê Pêşmerge li Pirdê bû sebeba wê ku helwesta Amerîka li hember Kurdistanê were guhertin.

21.10.2017, Cts - 09:59

Çavdêrên siyasî: Mêrxastiya Pêşmerge bo sedema guhertina helwesta Amerîka
Nuçe Belav bike

Duh li devera Pirdê ya Kerkûkê, çeteyên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê êrişek mezin li dijî Kurdistan û Pêşmerge dan destpêkirin lê pêşmergeyên Kurdistanê mêrxasane bersiva wan dan û derbên giran li wan dan.

Piştî wî şerî, Wezareta Derve ya Amerîka bang li Iraqê kir ku çalakiyên serbazî li deverên Kurdistanî kêm bike.

Li ser vê mijarê, endamê polîtburoya Partiya Şûî ya Kurdistanê Hendirên Ehmed ji BasNewsê re got, Heşda Şeibî hêzeke milîsî ye û qanûnî jî nîne. Ew dixwazin bi zorê û bi çekên Amerîkî îradeya xwe li ser Kurdistanê bisepînin. Lê li Pirdê rastî derbek mezin hatin. Wî şerî Amerîka neçar kir helwesta xwe eşkere bike. Amerîka ragihand ku ew deverên ku di nav çend rojên borî de ji aliyê Iraqê ve hatine dagîrkirin, her deverên nakok in tenê bi rêya Destûrê kêşeyên wan tên çareserkirin. Ya din Amerîka daxwaz ji Heşda Şeibî û artêşa Iraqê kir êrişên li ser Kurdistanê bidin sekinandin.

Hendirên Ehmed her wiha got, jixwe piştî şerê Pirdê, Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku êdî şer xilas bûye. Ev jî nîşan dide ku Amerîka fişar xistiye ser Iraqê.

Çavdêrê siyasî Aso Kerîm jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, wisa xuya dike Amerîka dixwaze hêzên Iraqî û Kurdistanê li sînorên 17 Cotmeha 2014 (beriya şerê DAIŞê) bicîh bibin. Lê Ebadî dixwaze ji firsendê îstifade bike û li sînorên beriya ketina rêjîma Sedam Husên bicîh bibe, dixwaze bi zorê îradeya xwe bi ser Kurdistanê de bisepîne lê di şerê Pirdê de rastî bersivek tund ya Pêşmerge hat. Vê jî peyamek nû da Amerîka, Amerîka jî daxuyaniyek da. Helbet guhertinek mezin di helwesta Amerîkayê de nayê dîtin.

Aso Kerîm her wiha got, niyeta Ebadî heye tevahiya Kurdistanê bixe bin kontrola xwe û qaşo “qanûnê” bicîh bike. Lê Amerîka hişyarî daye Iraqê û gotiye ku li gorî Destûra Iraqê, Kurdistan heye û xwedan erdîngariya xwe ye.

Wî çavdêrê siyasî anî ziman ku mêrxasiya Pêşmerge bû sebeba guhertina helwesta Amerîka û raya giştî ya cîhanê û got, lê ya girîng ew e ku artêça Iraqê bi çekên Amerîkî êrişî Kurdistanê kir, divê Amerîka bersiva vê yekê bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:08:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x