Konsolxaneya Amerîkî di derbarê êriş kirina Kerkûkê de daxûyaniyek da û got; "Bê merc herdû alî bila şer rawestînin"
Di daxuyaniyê de wiha gotin: Em bi nîgeranî raportên tundûtûjiya li Kerkûkê dişopînin û bi xembarî agahiyên mirinê werdigirin. Em bangî hemû aliyan dikin ku çalakiyên tundûtûjiyê rawestînin û bi hêminî tevbigerin ku di heman demê de em bi rayedarên hikûmeta navendî û herêmî re ji bo kêmkirina rageşiyê û dûrketina ji pevçûnên nû dixebitin.
Her wiha daxûyaniyê de tê gotin ku dijminê rastî ya Iraqê DAÎŞ'ê, ger hemû alî bala xwe bidin şerê li hemberî DAÎŞ'ê.