Dadgeha Kurdistanê daxwaza girtina 11 berpirsên bilind kir!

Serdozgeriya Giştî ya Kurdistanê derbarê 11 berpirsên Iraqê û yên Heşda Şeibî de gilî tomar kir.

23.10.2017, Pts - 07:40

Dadgeha Kurdistanê daxwaza girtina 11 berpirsên bilind kir!
Nuçe Belav bike

Piştî ku Bexdayê bi fermî derbarê hinek berpirs û serkirdeyên kurdan de biryara destgîrkirinê derxist, Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê jî li Dadgeha Hewlêrê li dijî 11 berpirsên Iraq û serkirdeyên Heşda Şeibî gilî tomar kir.

Di nava lîsteyê de navê berpirsê giştî yê Esaîbê Ehlê Heq Qeys Xezelî, parlamentera şîe Henan Fetlawî û parlamenterê tirkmen Niyazî Mîmaroglu jî heye.

Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê, ji ber daxuyaniyên tund û şerxwaz, sivîkatîkirna li hember gelê kurd û pêşmergeyan, ji her 11 berpirsên iraqî û Heşda Şeibî re daxwaza heta 7 salan zîndanîkirinê kir.

Serdozgerê Giştî yê Herêma Kurdistanê dadwer Cewad Fetah Axa derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragijhand, bi piştdana hinek belgeyên gihiştine destê wan, li gorî madeya 226 a Yasaya Ceza ya Iraqê ya jimare 111 a sala 1969ê, li dijî van kesan giliya yasayî tomar kirine.

Dadwer Cewad Fetah Axa got: “Li gorî belgeyên di destê me de, van kesan li dijî ewlekariya welat axivîne an jî bi şêweyekî cuda sivikatî bi pêşmerge û hikûmeta herêmê kirine.”

\"\"

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:10:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x