Serokê Herêma Kurdistan Mesût Barzanî wê di derbarê pêşveçûyînên Kerkûkê û rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê de daxûyanî bide.
Li gorî ragihandinan, Barzanî dê li ser şerê Kerkûk û kontrolkirina herêmên di bin destê Pêşmerge de ji aliyê Hêzên Iraqê û Heşdî Şeibî ve biaxive û tê de teqez bike ku divê rê li ber şerekî navxweyî li Kurdistanê were girtin û dê wiha bibêje: "Ew dixwazin me bikişînin nav şerekî navxweyî lê em ê qet wî şerî nekin."