Amerîka ji bo Pêşmerge 290 milyon dolar dabîn dike

Encûmena Nûneran a Amerîkayê roja pêncşemê bi piraniya dengan projeyasaya berevaniya niştimanî ya ji bo sala 2019an pesend kir, ku yek ji birgeyên projeyasayê, dabînkirina qasî 290 milyon dolar ji bo Pêşmerge ye.

25.05.2018, Cum - 06:00

Amerîka ji bo Pêşmerge 290 milyon dolar dabîn dike
Nuçe Belav bike

Li gor projeyasayê ku kopiyeke wê gihiştiye destê Tora Medyayî ya Rûdawê, ev xalên li jêr bûye sedema wê yekê ev pere were dabînkirin:

- Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo têkbirin û bi temamî jinavbirina DAIŞê li Iraqê alîkariyeke giring pêşkêşî Amerîkayê kirine û heta niha jî ev alîkarî berdewam e.

- Têkbirina temamê DAIŞê giring e ji bo parastina seqamgîrî û toleransa li Iraqê bi awayekî hemû bîr û bawerî û mezheb û netewe parastî bin û di nav hikûmet û civakê de cihê wan hebe.

- Ji bo piştevaniya operasyonên dijî DAIŞê û bi hevahengiya li gel hikûmeta navendî ya Iraqê, pêwîst e Amerîka 290 milyon dolar ji bo hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê dabîn bike daku hêzên Pêşmerge hevkarên bi bandor ên hêzên ewlehiyê yên Iraq û Amerîkayê û endamên din ên Hevpeymaniya Navdewletî bin, bi mebesta bihêzkirina destkeftî û parastina wan deveran ji DAIŞ û hevkarên wê, bi wê armancê ku wê rêxistinê li Iraqê ji nav bibin.

Herwiha li gor heman projeyasayê, Encûmena Nûneran a Amerîkayê qasî 590 milyon dolar ji bo hevkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê dabîn dike.

Biryar e piştî çend hefteyan, li Encûmena Pîran a Amerîkayê ev projeyasa ji dengdanê re were vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:52:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x