Fermandarê amerîkî: Divê Pêşmerge û hêzên Iraqê lihev bikin

Fermandarê Bilind ê Amerîkayê li Iraq û Sûriyê General Paul Funk ragihand ku pêwîst e Pêşmerge û hêzên Iraqî li navçeyên nakok lihev bikin.

28.06.2018, Per - 08:57

Fermandarê amerîkî: Divê Pêşmerge û hêzên Iraqê lihev bikin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Bilind ê amerîkî li Iraq û Sûriyê General Paul Funk derbarê çawaniya birêvebirina navçeyên ku cihên nakokiyê ne ji K24ê re eşkere kir ku, "Divê Pêşmerge û arêşa Iraqê bigihin rêkeftinekê."

Herwiha fermandarê amerîkî destnîşan kir ku, "DAIŞ li ber mirinê ye û nabe rê bo were dayîn ku careke din serê xwe hilde."

Paul Funk wiha dewam kirye, "Divê Pêşmerge û hêzên Iraqî bi hev re çareseriyê ji bo wan navçeyan bibînin û bi hev re wan navçeyan biparêzin. Ez li vir im ji bo pêwendiyê di navbera her du aliyan dirust bikim. Nikarim bibêjim ku Pêşmerge vedigere, di baweriya min de DAIŞ ber bi mirinê ve ye û nabe rê jê re were dayîn ku geş bibe."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:45:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x