Heşda Şeibî: Vegera Pêşmerge divê bi rêkeftineke siyasî bibe

Tevî ku hêj vegera Pêşmerge bo Kerkûkê neketiye pratîkê, dengê nerazîbûnê li paytexta Iraqê bilind dibe. Şîe ku niha desthilatdariya Iraqê di destê wan de ye, nerazî ne ku Pêşmerge vegere. Heşda Şeibî bi awayekî eşkere li dijî vê pêngavê ye, di heman demê de wisa didin nîşandan ku biryar tenê di destê Heyder Ebadî de ye.

06.04.2018, Cum - 05:53

Heşda Şeibî: Vegera Pêşmerge divê bi rêkeftineke siyasî bibe
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî ji Rûdawê re ragihand: “Ev biryar di destê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê (Heyder Ebadî) de ye, ne di destê me de, li gor nêrîna min berî vegera Pêşmerge, pêwîst e bawerî û jihevtêgihiştinek hebe di navbera birayên me yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û hikûmeta Iraqê de, çimku jihevtêgihiştina siyasî pêşiya jihevtêgihiştina ewlehiyê ye.”

Li ser dengên nerazîbûna derbarê vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, Parlementerê YNKê yê li Parlementoya Iraqê Rêbwar Teha dibêje ku nabe ev mijara leşkerî têkelî siyasetê were kirin û daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê dike ku bilez vê pêngavê cîbicî bike.

Rêbwar Teha ji Rûdawê re ragihand: “Hebûna Pêşmerge li Kerkûkê li ser hesabê ti aliyekî siyasî nîne û ji bo ti alî jî gef nîne. Ev neheqî ye ku aliyekî siyasî dosyeya ewlehiyê bi dosyeya siyasetê têkel bike, çimku dosyeya ewlehiyê rasterast bi jiyan û asayişa malên welatiyan ve peywendîdar e.”

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, zêdetirî hefteyek e Hevpeymaniya Navdewletî bi cidî hatiye ser xet û di navbera fermandarên Amerîkî û fermandarên payebilind ên Pêşmerge de civîn hatine kirin daku Pêşmerge vegere deverên nakokî û niha biryar û razîbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê maye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 922 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:45:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x