Ji Kanadayê daxuyaniya Pêşmerge

Generalê artêşa Kanadayê Sillveyn Laperi di axaftina xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê tektîkên xwe yên şer guherandiye.

25.05.2018, Cum - 07:27

Ji Kanadayê daxuyaniya Pêşmerge
Nuçe Belav bike

Generalê artêşa Kanadayê Sillveyn Laperi li Hewlêra paytexta Kurdistanê di axaftina xwe de got: "Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê tektîkên xwe yên şer li Iraq û Herêma Kurdistanê guherandiye. Hetanî tehdîdên DAIŞê yên ser Kurdistanê dewam bikin wê piştgiriya me ji bo hêza Pêşmerge dewam bike."

Sillveyn Laperi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di mayîna me ya Herêma Kurdistanê de tu guherîn tuneye. Baregeha leşkerî ya Kanadayê li Hewlêrê bi helîkopter, bi yekîneya xwe ya taybet û bi tîma tendirustiyê wê xizmeta xwe ya şêwirmendî û alîkariyê bo Pêşmerge bidomîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:16:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x