Pêşmerge: DAIŞ dîsa xwe organîze dike

Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, "rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Kerkûk û Mûsilê xwe amade dike dîsa dest bi çalakiyên xwe yên terorîstî bike".

10.03.2018, Cts - 13:37

Pêşmerge: DAIŞ dîsa xwe organîze dike
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmetî gotiye, dema mirov rûdanên çend rojên borî yên li Kerkûkê û Mûsilê dide ber hev, mirov digihê wê baweriyê ku DAIŞ ji nû ve xwe organîze dike.

Herwiha Hîkmetî gotiye, ev jî nîşan dide ku êriş û çalakiyên terorîstî yên DAIŞê dê zêde bibin.

Beriya niha Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) jî ragihandibû, DAIŞ li Iraq û Sûriyê dîsa xwe organîze dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1612 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:08:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x