Peşmergeyekî PDKÎyê li Soranê di encama êrişa çekdarî de hat kuştin

Hat ragihandin ku pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Soran a Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

30.03.2018, Cum - 10:41

Peşmergeyekî PDKÎyê li Soranê di encama êrişa çekdarî de hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi navê Ehmed Mîr Ehmedî ku ji herêma Nexedê bû li navçeya Soran a Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da. Li gor nûçeya malpera Rûdawê bûyer berê dibehê seet li derdora 06:00an qewimiye.

Herwiha pêşmergeyekî PDKÎyê ku nêzî malbata Ehmedî ye di axaftina xwe de dibêje: "Ehmed ji xelkê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ye û mala wî li bajarokê Daretû ya Hewlêrê ye. Bi serdanekê çûbû Soran û li wê derê rastî êrişeke çekdarî hatiye û canê xwe ji dest daye."

Berdevkê Polîsê Soran Hawar Erguşî ragihand ku çend gule li laşê Ehmedî ketine û termê wî ji bo kontrola tiba edlî hat veguhestin. Ehmedî sala 1964an ji dayîk bûye û 40 sal e ku Pêşmergeyê PDKÎyê ye û sê caran ji aliyê Îranê ve hatiye girtin. Li gor agahiyan wê termê Ehmedî li Goristana Şehîdan a navçeya Koyê were veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku peşmergeyekî pîle bilind ê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Qadir Qadirî jî di 7ê Adarê de li navçeya Balîsan di êrişêke çekdarî de canê xwe ji dest dabû û HDKê jî ji bo kuştina Qadirî Îranê tometbar kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1035 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:07:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x