Endamê Encumena Navçeya Hewîceyê Ehmed Xurşîd di daxuyaniyeke îdiayên veguhestina çekdarên DAIŞê red kir.
Hin malperên iraqî û erebî ji zarê Endamê Encumena Navçeya Hewîceyê Ehmed Xurşîd ve îdia kirine, ku hêzên Pêşmerge li Kerkûkê 330 çekdarên DAIŞê li gel malbatên wan veguhestine. Fermandarê Pêşmerge Lîwa Heme Rêgir ev îdia red kir û diyar kir, ku îdia derew e.
Endamê Encumena Navçeya Hewîceyê Ehmed Xurşîd di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de îdia kiribû, ku Pêşmerge 330 çekdarên DAIŞê û malbatên wan bi otobusan ji Hewîceyê ber bi bajarokê Dubizê û ji wir jî ber bi Herêma Kurdistanê veguhestine.
Ehmed Xurşîd ku di heman demê de Berdevkê Heşda Hewîce ya ser bi Heşda Şeibî ye, behsa wê yekê kiriye ku çekdarên DAIŞê ji navçeya Hewîce direvin û berê xwe didin cebheyên hêzên Pêşmerge û îdia kiriye “Garantiya wan heye ku nayên kuştin.”
Berpirsê Cebheya Pêncan a Hêzên Pêşmerge Lîwa Heme Rêgir ji Rûdawê re ragihand, ku daxuyaniyên bi vî rengî ji rastiyê dûr in.
Lîwa Heme Rêgir aşkere kir, ku her roj awareyên Hewîceyê berê xwe didin bereyên Pêşmerge û li gor rêkarên pêwîst li gel wan serederî dikin û piştre ber bi Asayişê têne şandin û ji wir jî li ser wan lêkolîn tê kirin û eger ti tiştek di derbarê wan de de tinebe, ber bi kampan têne veguhestin.
Li ser îdiayên weke veguhestina çekdarên DAIŞê jî got: “Ew gotin derew in û ji rastiyê dûr in. Mebesta wan ew e ku Pêşmerge tohmetbar bikin û navê wî xerab bikin.”
Hêzên Iraqê ji bo kontrolkirina navçeya Hewîceyê ku duyem navçeya herî mezin a Kerkûkê ye, amadekarî dikin. Hêzên Pêşmerge ji bo kontrolkirina navçeyê diyar kiribû, ku pêwîst e rêkevtinek were kirin.
Hewîce di sala 2014an de ketibû destê çekdarên DAIŞê.