Şanda Hevpeymanan bo Serokwezîr Barzanî: Em dê berdewam bin!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê tekezî li ser berdewamiya hevahnegiya navbera Pêşmerge û Hevpeymanan kirin.

25.07.2018, Çar - 10:32

Şanda Hevpeymanan bo Serokwezîr Barzanî: Em dê berdewam bin!
Nuçe Belav bike

Êvariya doh Sêşemiyê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê û Sûriyê General Walter Pait û Konsûlê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steve Vagen û şandeya bi wan re kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê civînê de General Pait pêwendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê bilind nirxand û operasyona hevbeş a wê dawiyê ya Hevpeymanan û Pêşmerge bo ser çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê vegerand bo xurtiya pêwendî û hevahengiya navbera her du aliyan.

Herwiha General Pait tekezî li ser “hevkarî û hemahnegiya zêdetir a navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî li navçeyê bo nehîştina metirsiya terorê û berdewamiya piştgirî û hevkariyên wan bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di niha û pêşerojê de kir.”

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di vê civînê de spasiya hevkariyên Hevpeymanan bi giştî û Amerîka bi taybetî bo Kurdistanê û Pêşmerge kir û hêvî kir, ku hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê jî bo hevahengiya li gel Artêşa Iraqê û Hevpeymanan bi mebesta “nehîştina metirsiya terorê” li navçeyê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku “Hêza Pêşmerge hemû pêkhateyan bêyî ri ciyawazan diparêze û dê li ser wan hewlên xwe berdewam be, ku di vê rêyê de gelek qurbanî jî daye.”

Derbarê proseya siyasî ya Iraqê de jî, Nêçîrvan Barzanî hêvî kiriye, ku kabîneya nû ya hikûmetê bi zûtirîn dem were pêkanîn û çareseriyek ji bo kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bihê dîtin.

Di daxuyaniya hikûmetê de têgotin, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî beşdar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:45:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x