Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragihand ku hêzên Pêşmerge li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de ku bi çavdêriya hevpeymanan hatiye girêdan, bi cih dibin.
Wezaretê da xuyakirin, peyman dema operasyona rizgarkirina Mûsilê bi çavderiya Hevpeymaniya Navdewletî hatiye pêkanîn û dê hêzên Pêşmerge li gor wê pêymanê li cihên temasê bicih bibin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Li gor rêkeftina operasyona azadkirina Mûsilê, ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û bi çavdêriya hevpeymanan hat îmzekirin, biyar bû hêlên temasê di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi wê awayî dimîne, ku roja berî destpêkirina operasyon azadkirina Mûsilê di 17.10.2016an bicih bûye."
Di daxuyaniya ku bi navê Berdevkiya Wezareta Pêşmerge hatiye weşandin de, hat diyarkirin, "Niha her du alî pabendî wê rêkeftinê dibin û di van rojan de hêlên temasê li gor wê rêkeftinê tê rêkxistin."