Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Wezîra Berevaniya Almanya Ursula Von der Leyen di peywendiyeke telefonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê nirxandin.
Di daxuyaniyê de Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hatiye gotin êvariya roja pênçşema 19ê cotmeha 2017ê Mesûd Barzanî û Ursula Von der Leyen derbarê rewşa dawî ya meydanî û pêşhatên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de peywendiyeke telefonî pêk anîne.
Her li vê peywendiya telefonî de Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe nîşanda ku radeya ber yekketina serbaziyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê kêm bûye û alozî pêşneketine.
Ursula Von der Leyen herwiha pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge li şerê DAIŞê dûpat kir û tekez jî li piştevaniya welatê ya ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku Leyen xweşhaliya xwe jî derbirî ku biryara guftûgo û danustandina çareseriya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hatiye dayîn.