Yawer: Mercê kurdan ê beşdarî hikûmetê wegera Pêşmerge ya navçeyê Kurdistanê ye!

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, ragehand: "Ji bo beşdarîkirina Kurdan di pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqa federal de, yek ji mercên şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê, vegera hêzên Pêşmerge ye ji bo navçeyên Kurdistanî wekî pêş bûyerên 16 Cotmeha sala derbasbûyî".

30.05.2018, Çar - 08:47

Yawer: Mercê kurdan ê beşdarî hikûmetê wegera Pêşmerge ya navçeyê Kurdistanê ye!
Nuçe Belav bike

Cebar Yawer ji K24ê re ragehand: "Divê berî her tiştî rewşa navçeyên Kurdistanî bê aramkirin û wek berî 16 Cotmehê ew navçana ji aliyê Pêşmerge û hêzên Iraqî ve bi hevbeşî bên parastin".

Derbarê peyvendî û hevkariya hêzên Hevpeymanan bi hêzên Pêşmerge re jî Cebar Yawer got: "Ti guhertin bi ser karên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de li Kurdistanê nehatiye û her du hefteyan carekê civîneke hevbeş di nav herdu aliyan de heye, herwaha Hêzên Hevpeyman programa îsal ya rahênana hêzên Pêşmerge danîne û niha ew mijûlî bernameya sala 2019an in, ji bo rahênana hêzên Pêşmerge û alîkariyên wan jî ji bo hêzên Pêşmerge berdewam in".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1057 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:00:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x